Ömer Yasin Ergin
28 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2021
Li Diyarbekir "Otêla Kevokan" a ji 3 blokan pêk tê di xizmetê da ye û di mehên zivistanê da bi sobeyên dadayî va ji 10 hezar kevokî ra mazuvaniyê dike.
Otêla kevokan a di sala 2014an da ji bo hezkirên kevokan li navçeya navendî Baglarê hatibû damezrandin di 7 salan da ji gelek kevokan ra mazûvanî kir.
Li otêla ku kevokên rengrengî yên ji cisnê "Gokela", "Atlas", "Zeytûnî", "Kulreng", "Narencî" û "Cîgerî" û gelekên din lê hene bi taybetî jî di mehên zivistanê da cî temînkirin pir zehmet e.
Lewra di rojên sar ên zivistanê da kesên dixwazin kevokên wan li derva neqefilin û cihê wan germ be berê xwe didin otêla ku kevok bi sobeyên dadayî va tên germkirin û bi behîv, fistiq û lext va tên xwedîkirin.
Bi tevahî 100 odeyên otêlê hene û 24 saetan jî bi pergala qamerayê tê kontrolkirin û nobedar jî bişev û biroj heye.

- Ji ber ku teleb zêdeye cî tuneye
Rêvebirê otêlê Mehmet Batmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hezkirên kevokan li Diyarbekirê gelek in û ew ji wan hîn bûn û wiha domand: "Bi qasî 25 salane ez jî kevokan xwedî dikim. Li Diyarbekirê berê hevalên me li serê xaniyan, li hewş û nav zeviyan kevikan xwedî dikirin. Lê niha êdî ew cî kêm bûn û tên li Otêla Kevokan cî kirê dikin. Dikarin him di odeyên li vê derê da û him jî li serê banê wê kevokan xwedî bikin."
Batmaz diyar kir, berî ew otêlê vekin ew nefikirîn ku dê evqas teleb çêbe û wiha dewam kir, "Me texmîn nekir, heywanhezkirina însanan dê evqas mezin be. Yên ku kevonên wan hene, serî li me didin ku cih nabînin. Em jî heger daîre bixwaze daîre, ode bixwaze jî ode didin. Em odeyê li gorî daxwazê radixin."
Batmaz bal kişand ku ew di otêlê da çalakiyên cuda yên wekî pêşbaziya bedewiyê jî li dar dixin ku di van çalakiyan da meraqdarên kevokan tên cem hev, hevdu nas dikin.

Batmaz wiha domand, "Zivistanê teleb zêdetir dibe. Ji ber ku teleb zêde dibe, carinan di otêlê da cih nayê dîtin. Xwedîkirina kevokan a zivistanê jî zehmet e. Em qûtên cuda didin wan, ji bo germ bibin sobeyê vêdixin."
Batmaz her wiha got ku ew xizmeta tenduristiyê jî pêşkêşî kevokan dikin. Batmaz got, kevok herî zêde zivistanê zehf nexweş dikevin û lewma jî di vê serdemê da divê mirov baş miqateyî wan be.
Batmaz bal kişand ku 100 odeyên otêlê jî dagirtî ne û wiha dewam kir:
"Aniha herî kêm 100 kes jî di dorê da ne. Projeyeke me amade ye ku em dorhêleke çêtir pêşkêşî kevokan bikin. Mesrefa wan jî pir e. Rojê herî kêm 10 hezar lire mesrefa me çêdibe. Zivistanê fatureya ceyranê pir tê. Di hemû odeyan de pergala germkirinê heye."

- "Ev der him ji bo me û him jî ji bo kewan baş bû"
Abdullah Yamanê bi 20 sal e kewan xwedî dike jî got berê wî li ser banê xaniyê xwe kew xwedî dikirin, lê di apartmanan da xwedikirına wan êdî zehmet e ji ber vê jî wî di otelê da cihek kirê kiriye.
Yaman got ji bo xwedîkirina 40 kewan ew mehê hezar lire dide û wiha axivî: "Zivistanê hêkên wan qeşa digirt û kew jî ji sermayê aciz dibûn. Li vir germ e û em dikarin zivistanê jî kewan bikirin. Him ji bo wan û him jî ji bo me baş bû."
- "Ji ber ku kewên min li vir tên xwedî kirin dilê min rehet e"
Îhsan Kelekçiyê 73 salî jî got ew ji 13 saliya xwe vir va kewan xwedî dike û 60 sal e kewên wî hene.
Kelekçî anî ziman ji bo xwedîkirina kewan wî maleke du qat ya baxçeyê wî heye çêkiriye û paşê wî bar kiriye çûye apartmanekî û wiha dewam kir: "Ji ber ku destûr nedan ku ez li wir kewan xwedî bikim min jî di otela kewan da cih kirê kir. Em li vir sobeyê vedixin û wan xwedî dikin. Ez ji ber hezkirina wan li ser piyan dimînim û nizanim ku roja min çawa derbas dibe. Ji ber ku kewên min li vir tên xwedî kirin dilê min rehet e."