İsmail Hakkı Demir
28 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2021
Li herêma rojhilatê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 27 pileyî va li Agiriyê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12an a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî be, cî bi mij û xumam, qeşa û cemed wê were dîtin.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Agiriyê 27, li Erdexanê 22, li Qersê 18, li Erziromê 13, li Îdirê 9, li Erzincanê 7 û li Tunceliyê 6 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Tunceliyê 7, li Erzincanê 6, li Îdirê 3, li Erziromê 2, di binê sifirê da li Agiriyê 15, li Erdexanê 10 û li Qersê 3 pile tê payîn.
Li navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê jî li Palandokenê 91, li Erganê 38, li Sariqamîşê 32 santêm hat pîvan.