Önder Beyter
10 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2019
Li Erziromê "Pêşangeha Sûretan a Zarokên Şer" ku bi destê ciwanên endamên Navenda Ciwanan ya Palandokenê di sê mehan da bi qelemzirîçê hatin çêkirin, vebû.
60 berhemên ku bi destê ciwanên xwebexş ên endamên Navenda Ciwanan ya Palandokenê ya girêdayî Midûriyeta Xizmetên Ciwanan û Werzişê ya Parêzgeha Erziromê bi qelemzirîçê hatin xêzkirin da ku balê bikişînin ser kul û kesera zarokên mexdûrên şer, li Medreseya Yaqûtiyeyê ya Dîrokî hatin nimayişkirin.

Di pêşangeha ku bi piştevaniya masmosteyan hat amadekirin û koda QR li resman hat barkirin da xwendekaran banda birînê li pastûyê xwe va kirin da ku balê bikişînin ser kul û kesera zarokên mexdûrên şer.
Midûrê Navenda Ciwanan ya Palandokenê Mehmet Gozutok di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku xwendekarên ji kuluba wênesaziyê, piştî amadekariya ku 3 meh ajot, pêşangeh amade kirin.

Gozutok got ku wekî navend wan ji bo vê xebata bijare, pêşangeha "Zarokên Şer" vekir û wiha axivî, "Cudahiyeke vê pêşangehê heye ku ew jî ew e, gava mirov bi têlefona mobîl koda QR bide xwendin, mirov dibîne bê ka kê kîjan sûret bi çi hestan xêz kiriye."
Xwendekara Beşa Şêwirmendiya Psîkolojîk û Rêberiyê ya Zanîngeha Ataturkê Nurşen Ekinciyê jî diyar kir ku wî dê pêşangehê da sûretê dergûş Alan xêz kir û wiha dewam kir, "Gava min ev resim çêkir, min hewl da ku ez wê hestê hîs bikim û wisa xêz bikim. Herwiha min li gorî resmê helbestek jî nivîsî. Gava min sûret xêz kir, min ev hest gelekî hîs kir."