Fatih Gazioğlu
05 Îlon 2018•Rojanekirin: 09 Îlon 2018
VAN
Li Erdîşa navçeya Wanê, Tirkên Qirxiz ên ku li taxa Ulupamîrê dijîn bi saya cil û bergên ku çêdikin debara malên xwe dikin û ji aliyê din va jî çanda xwe didin nasandin.

Tirkên Qirxiz yên ku 36 sal berê ji herêma Pamîrê ya Efxanistanê koç kirin û li taxa Ulupamîrê bi cih bûn, li herêma ku lê dijîn bi şêweyê jiyana xwe, kevneşopiyên xwe û herwiha hespsiwariya xwe va balê dikişînin.

Kenan û Ahmet Aytaçê ku li taxê "konê xan" vegirtiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku wan 6 sal berê makîneyeke dîrûnê kirîne û menzeleke mala xwe ji xwe re kiriye atolye.

Ahmet Aytaç got ku ew cil û bergên çêdikin hem difiroşin û hem jî bi saya vê çanda xwe didin nasandin û wiha axivî:

"Em eleqeyeke mezin dibînin. Em li ciyekî qasî 100 mêtrokareyî dixebitin. 5 xebatkarên me hene. Karê me niha bi saya rêzefîlm û fîlmên dîrokî zêde bû."
Aysel Aytaça xanima Kenan Aytaç jî got ew hem debara mala xwe dikin û hem jî şol didinê jinên taxê ku lê dijîn û ji ber vê jî gelekî kêfxweş in.
- Li ser înternetê dîtin û hatin Ulupamîrê
Ji turîstan Buket Şengorê got ku wê jiyana Tirkên Qirxiz ên ku li taxa Ulupamîrê dijîn li ser înternetê dîtiyê û wiha axivî: "Zehf bala min kişand. Min jî eqrebayeke xwe da ligel xwe û em hatin Erdîşê. Li taxa Qirxizan çi bixwazin hûn dikarin bibînin. Ev demek bû li ser çanda Qirxizan gelek fîlm û rêzefîlm dihatin çêkirin. Li gor min van fîlman eleqeya li ser vê derê zêde kir. Em jî di vê çarçoveyê da hatin vê derê. Şikûr em hatine û ev der met dît."