11 Mijdar 2018•Rojanekirin: 12 Mijdar 2018
VAN
Li Wanê li navçeyên Çatax û Îpekyoluyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da gelek alav û muhîmatên di bin erdê da hatine çalkirin, hatin dîtin.
Li gor agahiyan tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li navçeya Çataxê "Operasyona Cendirmeyê Şehîd Musa Ceylan" kirin.
Di operasyonê da teqemeniyên di bin erdê da hatine çalkirin,2 tup, 5 lître mazot, 200 metro qablo, matkap, 4 pîlên mezin, muhîmatên doçkayê, xwarin û xurek hatin dîtin.
Li navçeya Îpekyoluyê jî li Bardakçiyê gundparêzekî 2 tup, akuyê motorbisîklêtê, 2 fîşengên tivinga piyadeyê ya AK-47an, şarjorê demançeyan di bin erdê da hatine çalkirin, dît.
Li herêmê ji bo aramî û ewlehiya gel operasyon wê bibiryar dewam bikin.