09 Adar 2016•Rojanekirin: 15 Adar 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê personelên ku erizeyên ceyranê temîr dikin, li ser çil û çiya û li nav dar û beran ra derbas dibin û karê xwe pêk tînin.
Li herêmê ji ber berf û baranê xetên neqla vejenê erize didin. Ekîbên Midûriya Bajarê Hekariyê ya Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Vangoluyê (VEDAŞ) ji bo ku van erizeyan temîr bikin, digel zehmetiyên siruştê dixebitin û karê xwe pêk tînin.
Xebatkarê VEDAŞê Alî Gul daxuyanî da û got ku bi taybetî jî di mehên zivistanê da ji bo temîrkirina erizeyên ceyranê ew tengasiyên mezin dikêşin.
Gul got ku ew gelek caran bi teleferîka kevn a ku li ser Çemê Zapê hatiye çêkirin va diçin xwe dighînin cihê erizeyê, piştî ku ji çêm derbas dibin, îjar bi saetan hildikişin çil û çiyan.
Gul wiha dewam kir:
"Li Newala Zapê ku navbera Hekarî û Çûkûrcayê da ye, îzolatora dîreka 170yemîn teqiya bû. Em du rojan li ser hev li erizeyê geriyan û me paşê dît. Em bi teleferîkê li ser Çemê Zapê ra derbas bûn. Em hilkişiyan ser çiyê û paşê me gihand dîreka herî jor û temîr kir. Xizmeta gelê me, deynê stûyê me ye. Di xizmetê da sînorê me tunene. Hez bikî bira ava Zapê be, hez bikî bira çiya be, ji bo me ferq nake. Em ji bo gelê xwe li vê derê ne."