HAKKARÎ
Hin hilbijêrên ji bo rayên xwe biavêjin bi teleferîkê di ser Newala Zapê re derbas bûn, hatin dibistanê û rayên xwe avêtin.
Welatiyên li taxa Derava gundê Uzumcuya 35 kîlomêtro dûrî navenda bajêr ji bo rayên xwe biavêjin bi teleferîkê di ser Newala Zapê re derbas bûn, hatin dibistanê û rayên xwe avêtin.
Welatiyên di nav şert û mercên dijwar de hatin dibistanê piştî rayên xwe avêtin vegerîn malên xwe.
Hemet Çîftçiyê ku tevî malbata xwe bi teleferîkê di ser Newala Zapê re derbas bû got ku ji ber ku pira li ser çem ji wan bi qasî kîlomêtroyekê dûr e bi teleferîka ku bi derfetên xwe çêkirine derbasî aliyê din bûn.
Çîftçî wiha dewam kir: "Em bi teleferîkê diçin dibistanê. Îro jî em ji bo raya xwe biavêjin bi teleferîkê derbasî aliyê din bûn."