Li Hekariyê kamyoneta ku mêş barkirî bû, ket ava Zapê û 2 kesên di wesaîtê de winda bûn.
Li gor agahiyan kamyoneteke ku plaqe û şofêrê wê nayê zanîn û mêş barkirî bû, li nêzî gundê Ogula li texma rêya Hekarî û Çukurcayê ji rê derket û ket ava Zapê.
Sadik Berk û Kamuran Adiyaman bi îmkanên xwe ji wesaîtê derketin, lê Enver (43) û Seyvan Adiyamanê (40) ku pismamên hev in di avê de winda bûn.
Piştî qezayê tîmên cendirmen, agirkujî û Mîdûriyeta Rewşa Acil û Afatê ya Bajêr (AFAD) li kesên winda digerin.
Sadik Berkê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê ji ber ku rewşa wî giran e sewqî Wanê kirin û Kamuran Adiyaman jî tê dermankirin.
Ji bo midaxeleyî kovanên mêşan bikin personelên Midûriyeta Bajêr a Xurek, Çandinî û Heywandariyê şandin ciyê bûyerê.