Li Hekariyê, pîkabek wergeriya Ava Zapê û 5 kesên di pîkabê de, winda bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, pîkaba ku 5 kes tê de bûn û ji gundê Taşbaşiyê ji bo şînê diçû navenda bajêr, wergeriya Ava Zapê. Pîkaba ku şofêrê wê Mecît Erçag bû, li ser rêya di navbera Hekarî-Çûkûrcayê de wergeriya Zapê.
Li ser îxbara kesên derdorê, ekîbên Midûriya Rewşa Acil û Afadê ya Bajêr (AFAD), Fermandariya Cendermeyan a Bajêr û 112 Servîsa Acîl hatin cihê bûyerê.
Ekîban ji bo dîtina ajovan Kerîm Dûman, Alî û xanima wî Fevziye Dayan digel Hamît Aras dest bi xebatan kir. Lêbelê ji ber ku av şêlû ye û bi hêz diherike xebata ekîban jî zehmet e.
Xizmên kesên ku winda bûn bi tirs û xof li keraxê Ava Zapê sekinîne.