Haydar Şahin
17 Adar 2021•Rojanekirin: 24 Adar 2021
Biryana li Bidlîsê di tendûran da bi taybetî û baldarî tê çêkirin belgeya tescîla nîşana erdnîgarî sitand.
Azmî Baydurê hosteyê biryanê daxyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Seroktiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Bidlîsê ji bo tescîlkirina biryanê serî li Saziya Marka û Patentê ya Tirkiyeyê (TURKPATENT) xist û di encama serîlêdanê da belgeya tescîla nîşana erdnîgarî dan biryanê û ji ber vê gelekî kêfxweş bûn.
Baydur destnîşan kir ku meslegê ji kal û bavan maye didomînin û wiha pê da çû: "Biryan xwarineke dîrokî ye. Hema li malbata me 120 sal e tê çêkirin. Tiştekî tevî vê xwarinê nakin û ji Bdilîsê gelekî girîng e. Tevahiya kesên tên bajêr biryanê dixwazin. Ez nifşê 6an im li vî dezgehî. Me hetanî îro eva meslega domand û em ê bidomînin jî."
Nazîf Ozalpê 25 sal e hostetiya biryanê dike jî diyar kir ku biryana Bidlîsê ji goştê nêriyan çêdikin.
Ozalp destnîşan kir ku ji hestiyên mezin ên goşt jî avşorê çêdikin û wiha axivî:
"Biryana me di saet 06.00-06.30yî da ji bo xwarinê amade dibe, Piştî nîvro di saet 14.00an da xilas dibe. Malbatên ku aboriya wan baş bin berê li malên xwe biryan çêdikirin. Bi sitandina vê belgeyê va nîqaşên dibêjin gelo biryan ya Bidlîsê ye yan na jî bi dawî bûn. Hat tescîlkirin ku biryan ya Bidlîsê ye. Ji bo vê hem gel hem jî biryanfiroş kêfxweş bûn."
Cengîz Kurtulguyê ji gelê bajêr jî diyar kir ku çorbeya avşorê û biryan xwarinên taybet ên Bidlîsê ne û wiha got: "Şikur ji Xwedê ra biryana me hat tescîlkirin. Biryana Bidlîsê ya bi nav û deng ji xwe dihat zanîn. Sitandina vê belgeyê em memnûn kirin."
- Kibaba biryanê
Ji bo biryana bi sedan sal e tê çêkirin pêşiyê goşt xoy dikin û paşê diavêjin tendûra 2,45 mêtro kûr a ji berê va hatiye sorkirin. Elba av xistinê di tendûrê da darda dikin û goşt jî li ser wê da darda dikin. Piştî nimêja sibê biryanê bi nanê pîde, pîvaz, bacanên sor û îsotê serwîs dikin.
Biryana di tendûrê da sor dibe bi tehma xw bêhempa ye. Gelê herêmê û ziyaretvanên tên bajêr her tim biryanê tercih dikin.