Türkan Tosun
17 Adar 2021•Rojanekirin: 17 Adar 2021
Li bajarên Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê berf û baran wê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa wê pir ewrayî be û baran, şilope û berf wê bibare.
Li Erzingan û Îdirê baranê bibare, li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê jî berf û baran wê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be, ba wê ji başûr nerm û carinan jî niveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da li Erziromê pileyek, li Erdexanê 0 pile, li Qersê pileyek, li Erzirom û Agiriyê 2 pile û li Îdirê jî 9 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdirê 13 pile, li Erzinganê 10 pile, li Erziromê 9 pile, li Qersê 6 pile, li Agirî û Erdexanê jî 5 pile be.
Li navendên bajaran qalindahiya berfê jî li Agiriyê 25, li Erziromê 8 û li Qersê 4 santêm hat pîvan.
Ji ber bayê xurt, qeşa, hişkî, mij û dûman, talûkeya şepeyê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.