Haydar Şahin
25 Nîsan 2020•Rojanekirin: 25 Nîsan 2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 76 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 5 hezar û 650 kesan.
Kiyanuş Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê di weşana zindî ya televizyona dewletê da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 76 kesên din jî mirin û di 1134 kesên teze da nexweşî hat tesbîtkirin.
Cîhanpur destnîşan kir ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 5 hezar û 650 kesan, hejmara nexweşan jî derket 89 hezar û 326an.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku rewşa 3 hezar û 96 kesan krîtîk e, hetanî nika 68 hezar û 193 kes rind bûn û çûn malên xwe.
Cîhanpur got ku hetanî nika 410 hezar û 75 test li welêt hatin kirin.
- Ji Rûhanî hişyarî
Wekî mayîn Hesen Rûhaniyê Serokomar di civîna Lijneya Têkoşîna Neteweyî ya Dijî Koronayê da axivî û got ku di van rojên dawîn da hin asteng tên rakirin lêbelê dibê ev neyê wê meneyê ku tehdîda vîrusê ji holê rabû.
Rûhanî bal kişand ser girîngiya guhdayîna mesafeya civakî û wiha axivî: "Gavên hatin avêtin û nirxandin rayê didin ku em li ser rêya kontrolkirina nexweşiyê da ne lêbelê dema welatî guh nedin rêgezan û hesasiyetê nîşan nedin Xwedê mihefeze dibe ku carekê dîsa nexweşî zêde bibe. Heke tiştekî wisa bibe em ê dîsa qedexeyan îlan bikin."