Cüneyt Çelik
10 Gulan 2022•Rojanekirin: 16 Gulan 2022
Li Qersê cirîda ku wekî lîstika şer tê zanîn û her çar demsal tê leyîstin.
Nexasim kesên ku bi Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk û Ekspresa Rojhilatê va tên bajêr, nimayîşa li ber berfê ya cirîdbazan diecibînin.

Cirîdbaz vê carê jî piştî ku berf heliya û deşt û best hêşîn bûn, derketin qadan.
Werzişvanên ku destê sibehê rabûn û li gundê Kekeçê yê navçeya Selîmê kom bûn, hespên xwe bi çargavî ajotin qadê.

Kuluba Werzişa Hespan a Kafkasê û Kuluba Werzişa Hespan a Başkoyê ya Çiyayên Allahuekberê di pêşbirka nimayîşê da hatin hemberî hev.
Şaredarê Selîmê Coşkun Altun "qupaya dostaniyê" da Kuluba Werzişa Hespan a Başkoyê ya Çiyayên Allahuekberê ku di maçê da centîlmenî kir.

Serokê Kuluba Werzişa Hespan a Kafkasê Selçuk Başkaya ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li Qersê ew çar demsal cirîdê dileyîzin.
Başkaya got ku ew bi piranî li ser berfê cirîdê dileyîzin û wiha dewam kir, "Ji bo festîvalên havînê hewldanên me yên mezin hene. Me li gund festîvala cirîdê li dar xist, pir xweş derbas bû. Me zivistanê cirîd dikir, lê herkes dicemidî. Ji ber vê yekê em havînê jî dikin."

Temaşevan Sibel Polatê wiha got, "Atmosfereke pir xweş e. Gel jî eleqeyeke germ nîşan dide. Me jî kêf jê sitand."
Wênegir Burak Altunok diyar kir ku werzişa cirîdê her demsal eleqeyê dibîne û her wisa wî wêneyên pir rind kişandin.