Muhittin Sandıkçı
10 Adar 2023•Rojanekirin: 13 Adar 2023
Çiyagerê Rîzeyî Muço Turkyilmaz li Çiyayên Kaçkarê ket gola qeşagirtî ya ser Geliyê Çatê ye û tê da soberî kir.
Turkyilmazê 50 salî ku bi salane li herêmê awayek profesyonel çiyagerî û rêberiyê dike di erdhejan da çûbû Hatayê, 8 rojan li wê derê bi xwebexşî xebitî û paşê vegeriya bajarê xwe.

Di nav nas û dostan da ji Turkyilmaz ra dibêjin "Vîkîngê Kaçkarî" û ew digel sir û seqemê xwe berî ava gola qismekê wê qeşa girtiye da û qasî 10 deqîqeyan jî tê da ma û soberî kir.
Turkyilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku av gelek xweş e û li wî jî sar nîne.
Di berdewamiya axaftina xwe da Turkyilmaz diyar kir ku demên wî yên herî xweş li çiyayan derbas dibin û wiha pê da çû: "Jiyan li serê çiya ye. Bila li deştê xanî neyên avakirin. Em divê wekî berê bikin. Jiyan li serê çiya xweş e, av û sirûşt li vê derê ne."
Turkyilmaz biçe kê derê bivirê xwe jî bi xwe ra dibe û got: "Ez her zivistan çar caran dikevim avê. Ji ber ku çûbûm Hatayê dereng ketim û piştî ku hatim jî dîsa ketim avê."