Mustafa Güçlü
10 Adar 2023•Rojanekirin: 11 Adar 2023
Walîtiya Şanliurfayê ji ber talukeya toz û xubarê hişyarî da welatiyan ku bila hay ji meselê hebin û bi tedbîr bin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat gotin ku li herêmê ji roja şemiyê pê da bi ba û bahozê ra barîna xweliyê jî tê payîn.
Di daxuyaniyê da ji welatiyan hat xwestin ku bila baldar bin û daxuyanî wiha dewam kir: "Bobelata tozê ya ku wê bi bayê ra bê û bi baranê va dibe wekî herî jî bibare. Ji ber vê divê herkes baldar be û bi tewdîr be."