Ahmet Aydın
05 Mijdar 2015•Rojanekirin: 06 Mijdar 2015
BURSA
Hunermendê orkestraya şaredariya mezin ya Bûrsayê Tambî Asaad Cimûq, di pêşbaziyeke mûzîkê da, ya ku li girava Tenerîfe ya welatê Ispanyayê hatibû saz kirin, bû yekemîn.
Li gorî daxuyaniya şaredariya mezin, Cimûq di pêşbaziya ku di 25 cotmeh - 2 Mijdarê li girava Tenerîfê encam dabû bû yekemîn.
Hunermend Cimûq ji sala 2014an pê ve bûye welatiyê Tirkiyeyê û ji wê çaxê ve li welatê Elmanya, Siwêd û Bulgaristan serkeftinên nû bi dest xist û hêdî hêdî digihêje armanca xwe ya ku dixwaze di 2017an da biçe konservatuwara New Yorkê.
Serokbeşê piyanoyê li Navenda Hunerên Ciwan ya Akademîksê û mamostê Cimûqî Elena Çekiç, amaje bi wî tiştî kir, ew bernameya taybet ya ku ji bo perwerdeya encamên baş jê hatine û got, "Tambî ji nuha ve kariye bala otorîteyên mûzîkê yên cîhanê bi aliyê xwe ve bikşîne, lêbelê ev têrê nake, ji bo ku em bibin baştrîn, emê bê navber di xebatên xwe da ber dewam bin.
Ji aliyê din ve dîrektorê Cimûqî, Rustem Avci got, "Xwezika di cîhanê da em bi serkeftinên bi vî curî bên yadkirin. Em şad in Tambî îsal cara çaran e ku em kêfxweş kirin. Tambî li her cihê ku serdana wê dike, balê hemikî dikşîne ser xwe, tu dibêjî qey qasidê me yê danasînê ye. Em xebatên xwe berfirehtir dikin ji bo serkeftinên nû."
Tambî Asaad Cimûq jî kêfxweşiya xwe, bi vê hevokê derbirî, "Ispanya qonaxeke ji yên herî zehmet bû. Hinekî kelecan zêde bû lêbelê ez bawer im tişta pêwîst min kir."