MADRÎD
Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê îtiraza hikûmetê ya ji bo referanduma serxwebûnê ya li Katalonyayê qebûl kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn li ser îtiraza hikûmetê do evarê derasayî civiya û îtiraza hikûmetê qebûl kir. Dadgehê bi yekdengî referanduma ku dihat plankirin di 9ê sermawezê de were kirin betal kir.
Ji hêla din ve hikûmeta Îspanyayê di nav 20 rojan de dikare îtiraz bike û Dadgeha Destûra Bingehîn wê di nav 5 mehan de der barê îtirazê de biryara xwe bide.
Serokê Katalonyayê Artur Mas di 26ê îlonê de biryar dabû ku di 9ê sermawezê de referandum were kirin.