Elif Orhan
22 Nîsan 2016•Rojanekirin: 23 Nîsan 2016
ERZURUM
Li Erziromê berfa ku di rojên dawîn ê nîsanê de barî tesîreke neyinî lî ser jiyanê kir.
Li bajêr ji ber berfa ku berêvarê dest pê kir û bênavber bariya welatiyan zehmetî kişandin. Li bajêr dar û pel bi berfê xemilîn û ajokaran di rê de zehmetî kişandin.
Serokê Daîreya Karên Fenê yê Şaredariya Mezin a Erziromê Tuncay Atasever daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li navenda bajêr berêvarê gelekî berf barî.
Atasever bi bîr xist ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê hişyariya barîna berfê hat dayîn û got ku "Di çarçoveya hişyariya meteorolojîk de ekîbên me yên paqijkirina bi berfê re seranserê rojê amade bûn. Ji ber ku bêrevarê berf barî 7 ekîbên me li navenda bajêr dest bi xebatên paqijkirina berfê kir. Ji bo niha rêyên me yên girtî tune. Wesayîtên me yên xwêkirinê jî amade ne. Di rojên pêşiya me de ekîbên me dê xebatên xwêkirinê berdewam bikin."