Nihat Kavşut
18 Mijdar 2015•Rojanekirin: 19 Mijdar 2015
Koçerên ku havînê ji Batman, Sêrt, Diyarbekir û Mêrdînê diçin Herêma Rojhilatê Anadoluyê piştî ku hewa sar bû ji zozanan vedigerin.
Koçer heywanên xwe havînê dibin zozanên li Wan, Mûş û Bedlîsê û piştî ku serma dikeve ji zozanan vedigerin. Koçer piştî rêwîtiyeke ku 3 mehan ajot hatin Hesenkêfa navçeya Batmanê û piştî ku li vir bêhn vedidin wê ber bi Mêrdînê va derketin rê.
Ji koçeran M. Şîrîn Taş (41) destnîşan kir ku 3 meh berê ji bo herin Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji Wanê derketine rê û wiha xeberda: "Em ê zivistana xwe li Nisêbînê derbas bikin û peyra vegerin Wanê. Di rê da em gelek zor û zehmetiyê dikşînin."
Ferhat Taş (20) jî diyar kir ji ber ku koçer in ji xwendinê paş dimînin û wiha axivî: "Şert û mercên me dijwar in. Em tim di rê da ne û ji ber vê jî ji xwendina xwe dimînin."
Saliha Taşê (19) jî got ku jin û zarok di vê rêwîtiyê da gelek zor û zehmetiyê dikişînin.