Elif Orhan
19 Gulan 2019•Rojanekirin: 20 Gulan 2019
Li Erziromê welatiyên ku ji ber zivistana dijwar derbas bû piraniya wextê xwe li malên xwe derbas dikirin di remezanê da hewaya germ bû wekî firsendekê dîtin û piştî fitarê li kuçe, kolan û parkan çaya ku di semaweran da dikelînin vedixwin û kêf dikin.
Welatî bi germbûna hewayê dixwazin ku kêfa hewaya hênik a êvaran derxînin û di remezanê da bi taybetî piştî fitarê diçin cihên ku xwedîyên qehwexaneyan û firoşkarên seyar li kuçe û kolanan digel semaweran ser pizotan çayê dikelînin.

Gelek welatî jî bi malbatî li kolanan an jî li parkan tên bal hev û di şevên hênik ên remzanê da çaya ku semawer yan jî ser pizotan hatiye kelandin vedixwin.
Welatî li cihên ku çay lê tê firotin tên bal hev û bi lîmon û şekirê kirtleme çayê vedixwin û heta paşîvê sohbetê dikin.

Sînan Îskoyê ku çaya di semawerê da difroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got piştî ku welatiyan fitara xwe kir tên çayxaneya wî ya seyar û çayê vedixwin.
Îsko diyar kir ku di remezanê da semawer li bajêr wekî ededekî ye û wiha axivî: Digel kebaba caxê çaya semawerê ya Erziromê jî navdar e. Biyanî tên çayê vedixwin û diecibînin. Erziromî piştî fitara xwe dikin kom bi kom tên û çaya semawerê vedixwin û sohbetê dikin. Heta hin kes paşîvê jî li vir dikin. Dadaş bi vexwarina çayê ecza di nav rojê ji ser xwe diavêjin."
Serdar Taşê xwediyê qehwexaneyê jî qal kir ku di meha remezanê da semawer û maseyan derdixîne derva û wiha axivî: "Hin welatiyên ku tên vir herî kêm 15 îskan çayê ku li ser agirê êzîngan keliyaye vedixwin. Di remezanê da kêfa çayê semawerê bû wek kevneşopiyeke bajêr û em heta paşîvê çayê belav dikin."