Türkan Tosun
06 Adar 2019•Rojanekirin: 07 Adar 2019
Samed Koyuncuyê di Şampiyoniya Tirkiyeyê ya Muay Thaiyê ya ku li Antalyayê hat lidarxistin da bû duyemîn di şikefta ku wek salona werzişê hatiye amade kirin da ji bo pêşbirkan dixebite.
Komeleya Alîkariyê û Biratiyê (KADER) a ku bi alîkariya Zeynel Abîdîn Beyazgulê namzedê şaredariyê yê Şanliuryafê yê AK Partiyê û Yavuz Karayê di komîsyona Têkoşîna Dijî Hişbirê ya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê da wezîfedar e va hatiye avakirin hewl dide zarokan ji hişbirê dûr bixe û ew wezişê bikin.
Komeleyê du şikeftên ku tê da hişbir dihatin firotin wek salona werzişê amade kirin ku ciwan bên tê da werzişên wek wushu, muay thai û kick boks bikin.
Ciwanên di vê salonê da werzişê dikin jê hinek serkeftinên mezin bi dest dixin ku yek ji wan jî Samed (14) Koyuncu ye.
- Ev şikeft her tiştê me ye, em li vir hînî tiştên pir xweş bûn"

Koyuncu 4 sal berê dest bi werzîşa muay thaiyê kiriye û di Şampiyoniya Tirkiyeyê ya Muay Thaiyê ya Mezinan a Ciwanan ya di navbera 18-23 sibatê hat lidarxistin da di asta ciwanan 38 kiloyan da madalyaya zîv qezenc kiriye.
Koyuncu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew diçe pola 8an, di heman demê da werzişê dike û xeyala wî ew e ku ew di şampiyoniyên navneteweyî da Tirkiyeyê bi awayekî baş temsîl bike.
Werzişvan Koyuncu got ji ber xebatên KADERê ew kêfxweş e û wiha dewam kir: "Ez ji vê werzişê pir hez dikim. Baş bû ku ev der vekirin. Li taxa me ji hişbirê bigre heta gelek tiştên nebaş her tişt hebû. Me li vir bi saya Zeynel Abîdîn Beyazgul û Yavuz Kara gelek serkeftin bi dest xist. Ez bangî hemû zarokên li taxê dikim ku bila bên vir. Ev şikeft her tiştê me ye, em li vir hînî tiştên pir xweş bûn. Ez li Antalyayê bûm duyemîn, pir kêfxweş im. Ez dixwazim ji vir pê va jî serkeftinên baş bi dest bixim."
Serokê KADERê Yavuz Kara jî got ji ber ku li herêmê sûc zêde bûne Zeynel Abîdîn Beyazgul 5 sal berê ew wezîfedar kir ku ji bo ciwanan xebatan bikin.
Kara got wan ev şikeft wek salona werzişê amade kiriye û bi saya vê derê zarok û ciwanên taxê ji hişbirê û tiştên nebaş dûr dimînin û di werzişê da jî serkeftî dibin ku Samed Koyuncu jî ji yek wan e.
Îhsan Koyuncuyê bavê Samed jî got ew ji ber kurê xwe şanaz e û spasiya rayedaran kir ku ew li zarokan xwedî derdikevin.