BÎTLÎS/VAN
Li Gola Wanê Mîhrîcana Sporên Avê dest pê kir. Ji derveyî welêt 630 sporvan ji bo ku di vê organîzasyonê de cih bigrin hatin û beşdarî mîhrîcanê bûn.
Di mîhrîcanê de, dê di 12 qadan de pêşbazî bên li darxistin.
Mîhrîcan bi merasimekê ji aliyê Waliyê Bîtlîsê Veysel Yurdakul ve li navçeya Tatwanê hat vekirin. Welatî û sporvanan di merasimê de govend girt.
Di mîhrîcanê de, dema ku pêşbaziyên dragon, bixêlî, gulaşa zendî û setrencê dewam dikir, çetirbazên ji aliyê Taşlitepeyê ve rabûn û li ser qada Mîhrîcanê firiyan. Lê ji çêtirbazan Mesut Çetin berbibayê ket û ji lingê xwe birîndar bû. Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê ew derman kirin û paşê jî rakirin nexweşxaneyê.
Mîhrîcan cara ewil bû navneteweyî
Ji xeynî Tatwanê li parka Gebze Dostluk a Wanê jî ji bo vekirina Mîhrîcanê merasimek hat li darxistin. Ev vekirin jî ji aliyê Waliyê Wanê Munîr Karaloglu ve hat kirin. Karaoglu di merasimê de got: "Milyon û nîv kesî pişta xwe vegerandiye gola Wanê û em dixwazin ku bi van xebatan mirov berê xwe bidin vê golê. Mîhrîcana me îsal gihîşt asta mîhrîcaneke navneteweyî. Îsal sporvanên Îranî û Qibrîsa Bakurî jî beşdarî mîhrîcana me bûn. Ji bo ev jimar zêde bibe di salên pêş me de emê xebatên xwe xurt bikin."
Parlementera Wanê ya Ak partiyê Gulşen Orhan û Parlementerê Wanê yê Ak partiyê Mustafa Bîlîcî jî beşdarî mîhrîcanê bûn. Parlementer Orhan got: "Em li vê derê ji bo zarokên xwe tovên aştî û biratiyê diçînin, lê hin kes li hinek deveran tovê şer û pêvçûnan direşînin." Bîlîcî jî bal kişand ser bûyerên parka Geziyê û anî ziman ku gelê herêmê piştgirî neda bûyerên Parka Geziyê.
Piştî axaftinan, bi pêşaneya tîma "Stars Of Florida" yê ya ku ji Amerîkayê hatibû, mîhrîcanê dest pê kir. Welatiyan bi eleqeyeke mezin li pêşaneyê temaşe kir.
Akrobatan bi lîstika "Şemmamê" welatî anîn coşê. Piştî Mîhrîcanê welatî, walî û fermandarên leşkerî bi hevdu re re govend girt.