Haydar Şahin
04 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
KILÎS
Alî Marîliyê 62 salî yê ku kêm zêde 50 sal e li Kilîsê berbertiyê dike li dikana xwe ya 75 salî ya ku ji bavê wî maye wekî dewra bavê xwe diparêze, mişteriyên xwe li gor rê û rêzikên berê tiraş dike.
Alî Marîliyê ku malbatê wî di salên 1900î da ji ber hişkayiyê ji Misrê koçî Kilîsê kiriye ji 12 saliya xwe virda berbertiya ku ji bavê xwe hîn bûye didomîne.
Marîlî li dikana xwe ya 75 salî ya li Taxa Meşetlikê mişteriyên xwe li gor rê û rêzikên berê kurr dike û di dikanê da tu tiştekî berê naguherîne.
Marîlî li dikana xwe ya ku hê lê kanî û lavabo tunene ji bo kurrkirina mişteriyan zivistanê li ser sobeyê havînê li ser tupê ava dikelîne û ji bo şûştina serûçavên mişteriyan jî tasa paxir bi kar tîne.
Marîlî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got çaxa ku dibistana seretayî xilas kir li ber destê bavê xwe dest bi berbertiyê kiriye û hê jî bi heman rê û rêzikan karê xwe didomîne.
Marîlî bal kişand ku ji tasa şûştinê hetanî duzan û neynikê hemû tişt bavê wî jî bi kar anîne û wiha axivî: "Min tu amûreke ku ji bavê min ma neguherand. Çaxa tiştek bişkê jî ez temîr dikim û dixebitînim.
Hewl didim ku nostaljiya ji bavê min maye bidomînim. Jiyaneke bê paşeroj tune. Xwedê miyeser bike ez ê vê bidomînim. Ku min bixwesta dikaribû ev dikan vegerandan dikaneke modern. Lêbelê mişteriyên min ên ku hê ji dewra bavê min mane hene. Ji me xweş in."
Marîliyê teqwidbûyî ji ber ku ji karê xwe hez dike hê jî li dikanê dixebite wiha axivî: "Naçim li ber deriyên qehwexaneyan nagerim, karê xwe didomînim. Qezenca min a vê derê zehf jî girîng nîne, ji bo min ya girîng mazî ye. Mişteriyên me naçin ciyên din, tên vê derê serpêhatiyên xwe tînin bîra xwe."
- "Çaxa dikevim dikanê xatireyên min tên ber çavên min"
Mustafa Beksozluyê 73 salî yê ku 50 sal e tê vê dikanê got eva ciya ji bo vî zehf cuda ye û meneyeke wê heye.
Beksozlu got çaxa dikeve dikanê xatireyên wî tên ber çavên wî û wiha pê da çû: "Motanî berê rûyê min tê sabunkirin û paşê jî tê kurrkirin. Berber wek malbata merivan e. Bavê min jî dihat ser vî berberî. Ez jî ji ber ku dikarim werim vê derê zehf kêfxweş im."
Ugur Ozarpaci jî diyar kir ku rihetiya li vê derê li tu ciyî nabîne û got, "Wek mînak bi tenê li vê derê bi tasê rûyê merivan dişon. Çaxa dikevim dikanê xatireyên min tên ber çavên min. Dema diçim berberekî din heman mihebetê nabînim. Rûyê xwe didin kurrkirin, çaya xwe vedixwin û qala yên berê dikin."