İbrahim Atmaca,Önder Beyter
04 Gulan 2017•Rojanekirin: 05 Gulan 2017
KAHRAMANMARAŞ
Jina sûriyeyî ya ku bavê wê ji ber hezkirina xwe ya ji Tirkiyeyê navê wê daniye "Tirkiye" piştî ku ji şer revî û hat Kahramanmaraşê, jê ra kurek bû û ji ber ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji penaberan ra hembêza xwe vekir navê wî li kurê xwe kir.
Tirkiye el Ehmeda diya 7 zarokan, 2 sal berê ji ber şerê navxweyî ji Îdliba bajarê Sûriyeyê bi malbata xwe va revî û xwe sipart Tirkiyeyê û li Kahramanmaraşê li Navenda Sitargeha Geçiyê bi cih bû.
Ehmedê dema ku hat Tirkiyeyê ducanî bû û paşê welidî û kurek jê ra bû. Dayika sûriyeyî ji ber hejmetkariyê navê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li kurê xwe kir.
Ehmedê li bajarê konteyner kurê xwe mezin dike û dia dike ku kurê wê li Serokomar Erdogan here.
Ehmeda dayik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bavê wê mamoste ye û 50 sal berê ji bo perwerdeyê hatiye Tirkiyeyê.
Ehmedê got ku bavê wê 8 mehan li Tirkiyeyê maye û bûye heyranê Tirkiyeyê û wiha dewam kir:
"Kêfa bavê min gelekî bi Tirkiyeyê ra hatiye, ji vir gelekî hez kiriye. Paşê dema bavê min hatiye Sûriyeyê, dapîra min hemle bûye. Bi şûnda meta min hatiye dinê û bi wesîleya bavê min navê Tirkiyeyê danê. Helbet malbata me timî ji Tirkiyeyê hez kiriye. Çaxa bavê min jî dizewice û ez têm dinyayê, navê min jî datîne Tirkiye."
Ehmedê destnîşan kir ku xelkê vir wê fedekariyên Serokomar Erdogan ên ji bona penaberên sûriyeyî ji bîr neke û wiha xeberda, "Bi saya hembêza ku Recep Tayyîp Erdogan li me vekir, em 2 sal berê ji şer revîn û hatin Tirkiyeyê. Sala hatim lawê min çêbû, wekî beramberê evqas qencî û şewqatê min navê wî danî Recep Tayyîp ."
Ehmedê herwiha got ku ew li vir gelekî şad in û ewê vê qenciyê ji bîr nekin û wiha pê da çû:
"Ne tenê ez, hemû mexdûr û mezlûm ji Erdogan hez dikin. Bi heyranî behsa navê wî dikin. Ezê navê Recep Tayyîp Erdogan li neviyên xwe jî bikim. Lawê min hê 2 salî ye û çavê xwe li Tirkiyeyê li dinyayê vekir. Ew hêviya min e. Daxwaza min a herî mezin jî ew e ku wê mîna Erdogan bibe însanekî qenc."