Haydar Şahin
05 Nîsan 2019•Rojanekirin: 07 Nîsan 2019
Diyarbekira li ser rêya koçê ya çivîkên koçber e vê heyamê bi sedan teyrên baz ra malxweditiyê dike.
Anadoluya li ser rêya koçê ya çivîkên Afrîka, Ewropa û Asyayê ji bo gelek çivîkan jî herêma hêkkirin û kurkrûniştinê ye. Diyarbekira li ser vê rêyê jî di vê demsalê da ji gelek teyrên baz ra malxwedîtiyê dike.
Hingî hewa germ bûye li Exîl, Dîcle û Erxaniya navçeyên Diyarbekirê teyrên baz tên dîtin.

Prof. Dr. Recep Karakaşê Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Tirkiye li ser rêya koçê ya çivîkan e.
Karakaş wiha axivî: "Xêncî rêyên sereke rêyên rex jî hene. Ev jî ji herêma me ra derbas dibin û gelEk cure çivîk van rêyan bi kar tînin. Li gor min çivîk herêma Dîcle û Feratê wekî nîşan bi kar tînin. Teyr bi piranî ref ref koç dikin. Piraniya van koman ew ê derbasî herêmên li bakur bibin ji bo vê li herêmê ne."
Karakaş bi bîr xist ku di van rojê dawîn da xêncî Exîl, Dîcle û Erxaniyê li Baxçeyên Hevselê wargeha Zanîngeha Dîcleyê jî teyran dibînin, teyr bi piranî daristanên li nêzî zeviyan tercih dikin.
Karakaş got ku li qadeke fireh belav dibin û wiha pê daçû: "Heywanên bi bistan ên piçûk, mar û malqîzer, bihok û çivîkên piçûk dixwin. Ji bo vê ji zeviyan ra kêr tên. Bi taybetî berêvarê datînin ser çiqlên daran. Li ser rêya koçê bêhna xwe didin."

- "Netirsin"
Karakaş got ku teyrên baz ji bo însanan xetere nînin, cotkar û welatiyên din dema teyran dibînin bira netirsin jixwe teyr jî ji wan ditirsin.