Haydar Şahin
05 Nîsan 2019•Rojanekirin: 07 Nîsan 2019
Li Qersê par çêkirina Bendava Qersê hatibû temamkirin û ava bendavê her diçe zêde dibe, Gundê Çamçawîş ê ku bi zêdebûna avê va hatibû terikandin jî êdî di binê avê da ma.
Li gundê di binê avê da ma dîmenên balkêş
Ji bo ku li herêmên ji projeyên avdanê yên mezin dûr in di demeke kin da dest bi cotkariya bi avê bikin û ava vexwarinê temîn bikin projeya "Ava Golê" hat amadekirin. Di çarçoveya vê projeyê da Bendava Qersê hat temamkirin û ji 19ê tîrmeha 2018an pê va av tijî bendavê dibe.

Ji ber ku ava bendavê zêde dibe hin cî di binê avê da man. Li gundê ku di binê avê da ma dîmenên xweşik derketin holê. Ji ber ku berf dihele ava bendavê jî her diçe zêde dibe. Çamçawîşa gundê Susiza navçeya Qersê ya berê hatibû valalkirin di binê avê da ma.
Asfalt, xanî û mizgefta di binê avê da man dîmenên gelekî balkêş derxistin holê û nika bala wênekêşan dikişîne.
Faruk Sînîkê xwendekarê Zanîngeha Kafkasê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi tijîbûna bendavê va nîvê gund di binê avê da ma nîvê din jî hê li ser avê ye û dîmenên xweşik derketin holê.
Sînîk got ev ji bo me bû firsend û wiha axivî: "Li vê derê bendav hat çêkirin. Piştî ku berf heliya dîmenên xweş derketin holê. Em jî vê firsendê dinixînin û wêneyan dikişînin."
Tamer Yurdadonenê welayî jî got bendavê dîmenên kaw derxistin holê û wiha pê da çû: "Ez ji Balikesirê hatim vê derê. Ji ber ku bendav li herêma me teze hatiye çêkirin min mereq kir û hatim ziyaretê. Li vê derê dîmenên xweşik derketine. Li nêzî gundê me ciyekî wiha qet tunebû, gol zehf xweş bûye."