Dîmenên şerê di navbera mar û tîmsahê de roja yekşemê ji aliyê kesên ku Gola Moondrayê ya nêzî Çiyayê Îsayê ziyaret kirin ve hat kişandin. Di şerê mar û tîmsahê de mar bi ser ket. Marê tîmsah di nav avê de xeniqand, paşê ji golê derxist û di navbera 15 deqîqeyan de xwar.
Tîffany Corlîsê ku şerê di navbera mar û tîmsahê de kişand daxuyaniyek da nûçegihanan û got ku tîmsahê dixwest ku serê xwe li ser rûyê avê bihêle, lê mar ew xeniqand û ji golê derxist û xwar.
Alyce Rosenthalê jî bû şahidê bûyerê û got ku şerê di navbera pîton û tîmsahê de bi qasî 5 saetan berdewam kir. Rosenthal diyar kir ku marê tîmsah xwar, piştî xwarinê şiklê tîmsahê di zikê mar de bi awayekî eşkere xuya kir.
Pîton nêçîrên xwe dixeniqînin û bêyî ku parî parî bikin, dixwin. Gelek cureyên maran bi saya çeneyên xwe yên ku gelekî ji hev vedibin, dikarin ajalên ji xwe mezintir jî bixwin.
Xebateke ku di kovara "Bîology Letters"a aidê Civata Qraliyetê ya Îngilizan di sala 2012an de hat weşandin, derxist holê ku cureyên maran yên wekî boa û pîtonan dengê avêtina dilê nêçîrên xwe hîs dikin. Mar encax dema ku dilê nêçîrên wan disekine dev ji wan berdidin û hîs dikin.
Li Qûeeslandê marên herî bi xetere yên cîhanê û tîmsahên ku di nav ava şor de dijîn hene.