Sevim Hatun
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
ARDAHAN
Li Erdexanê şivan û kesên ji ber germê aciz dibin ji bo xwe hênik bikin dikevin Gola Çildirê, Çemê Kûrayê û delavên li herêmê avjeniyê dikin, dîmenên balkêş û xweşik derdikevin holê.
Zarokên ku li çola gundê Altaşê ya ser navenda bajêr heywanên xwe diçêrînin, danê nîvroyê ji ber germê deyax nakin, heywanên xwe li ser Çemê Kûrayê av didin û paşê xwe davêjin çêm.
Herwiha şivan û gavanên li herêmê jî heywanê xwe li vir av didin û paşê jî dikevin avê xwe hênik dikin.
Zarokên ku tevî bav û birayên xwe tên çolê ber heywan, ji ber germê xwe davêjin çol, çem û delavên der dorê xwe honik dikin, herwiha dîmenên balkêş û xweş jî derdikevin holê.
Berikan Coşan (13) û Umut Toptaşê (8) li çolê li ber heywan in, ji ber germê tevî heywanê xwe ketin avê.
Berikan Coşan got, "Hewa pir germ e. Ji ber ku em jî tên çolê ber heywan zehf xû didin. Em dikevin çem û golên derûdorê xwe hênik dikin. Avjenî zehf xweş e."