İbrahim Atmaca
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
MUŞ
Li Mûşê wextê nandirûnê ye û welatiyan pê ra pê ra dest bi firotina kayê jî kir.

Welatiyên ku heywanan xwedî dikin ji bo debara zivistanê ji niha va tevdîra xwe dibînin û tên bêderên kayê û tona kayê bi 350-400 lireyî dikirin.

Serokê Odeya Ziraetê ya Mûşê Hakîm Yildirim diyar kir ku îsal bihayê kayê li gor par zêdetir e.
Yildirim diyar kir ku ji ber ku di destpêka biharê da baran baş dibarî, tîr û gîhayê îsal hûr bû û ka-kes jî zêde hat.

Haluk Dîzdarogluyê ku li gundê Tabanliyê cotkariyê dike got ku ew bi heywandariyê debara xwe dikin û wiha dewam kir:
"Bihayê ka û kesê li gor par pir zêde ye. Rêncberên ku ka-kesê wan heye, jixwe ji bo mehên zivistanê debar têrê dike. Em tona kayê bi 350-400 lireyî difroşin. Min îsal nêzî 400 tonî ka firo rêncberên mûşî û bajarên der û dorê."