Önder Beyter
14 Gulan 2020•Rojanekirin: 17 Gulan 2020
Erzinganî bi ava madena xwezayî ya kaniyên li Seyrangeha Avtirşê va fitara xwe vedikin.
Ava madena xwezayî ku wekî avtirş tê binavkirin û li Seyrangeha Avtirşê ya Şaredariya Erzinganê ku 14 kîlometre dûrî navenda bajêr e, di sifreyên fitarê da ji tercihên sereke ye.
Welatiyên ku bi wesayîtên xwe berî fitarê tên, pabendî tedbîrên Kovîd-19ê dibin û mesafeya civakî diparêzin û herwiha bîdon û şûşeyên xwe tijî ava madenê dikin û dibin.
Ava madenê di meha remezanê da ji ber hêsankirina hezmê, dabînkirina di kurtedemekê da ya mîneral û xwê, gelekî tê tercihkirin û nexasim jî di dema fitarê da herî zêde tê vexwarin.
Xelkê deverê Muammer Uzun di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku heger meriv rojiya xwe bi avtirşê veke, hezmê hêsan dike û herwiha şifa ye jî.
Uzun bal kişand ku avtirş ji çavkaniyeke xwezayî dizê û wiha dewam kir, "Ji ber ku av ji çavkaniyeke xwezayî dizê û tendurist e, em tînin ser sifreya xwe û vedixwin. Herwiha em ji bo vê ava ku em tên vê derê û derdanên xwe tijî dikin û dibin jî tu ucretî nadin."