26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
ELAZIG
Li Elazixê malbatên desteng bi randevûyê diçin mixazeya ku bi destê Komeleya Piştevanî û Perwerdeyê ya li Xwînê Digerim (KAYED) hat vekirin û li vir bi dilê xwe ji xwe ra cilûbergan diecibînin û hildidin.
Li mixazeya KAYEDê ku bêtirî salekê ye vekirî ye û lê pere derbas nabe, cilûbergên ku ji layê xêrxwazan tên bexşandin, digihêjin malbatên desteng.
Serokê Giştî yê KAYEDê Murat Ozekinci di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ew di encama serîlêdanana şexsan û lêkolînên xwe da malbatên desteng kifş dikin û paşê li wan vedigerin. Ozekici diyar kir ku personelê mixazeyê an li ser têlefonêê digehîje wan an jî diçin malên wan û randevûyê didin wan.
Ozekici wiha xeberda, "Li vir pêşaniya me ew e ku neferên malbatên vexwendî di saeta diyarkirî da bên ku di vê saetê da ji xeynî wan tu kes li mixazeyê nîne û ji xwe ra cilûbergan hilbijêrin. Divê ev mirov neêşin û hest bikin ku ew ji bo me taybet in."
Ozekici bal kişand ku mixaze bêtirî salekê ye vekirî ye û hezar û 300 perçe cilûbergên ku ji layê 20 karsazî hatin şandin, gihan 80 malbatî.
Ozekici diyar kir ku wan, cilûberg dan bi tevahî 425 kesî û wiha got, "Dema em di serî da derketin rê, me got 'yê ku destê rastê dide, divê destê çepê nebîne'. Herwiha em wisa bawer in ku pergala randevûyê jî bona vê rêgezê gelekî kêrhatî ye."
Tugçe Demirel ku li mixazeyê xwebexş dixebite, diyar kir ku ew hewl didin karê xwe bi şêweyeke profesyonel bikin.