Pêşengeha girtiyên ku li girtîgeha vekirî û girtîgeha girtî ya tîpa E ya Elazigê, li avahiya Qesra Hikûmetê ya Berê hat vekirin.
Pêşengeh ji aliyê Waliyê Elazigê Omer Farûk Koçak, Şaredar Suleyman Selmanoglû, Serdozger Mûsa Çatal, Midûrê Ewlehiya Bajêr Ayhan Bûran û hin rayedaran ve hat vekirin. Piştre Walî Koçak û kesên pê re li pêşengehê geriyan.
Midûrê Girtîgehê Mahmut Okûmûş di daxuyaniya ya ji bo nûçegihanan de diyar kir qezenca ku dê ji pêşengehê bê bidestxistin, dê bidin girtiyan û wiha dewam kir: "Em hemû welatiyên xwe dawetî pêşengehê dikin. Him bila pêşengeha me ya bi kedê hatiye avakirin bigerin, him jî berheman bikirin. Bi vî awayî dê alîkariyeke madî bidin girtiyan.