Türkan Tosun,Nihat Kavşut
26 Tebax 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
DIYARBAKIR
Li Bismila navçeya Diyarbekirê jina bi navê Rukiye Sarigul (44) ji dewletê piştgirî hilda û bû xwediya çêwlikekê.
Sarigula dayika du zarokan li gundê Çeltîkê dijî û heta 3 sal berê jî bermaliya mala xwe bû. Lê dema debara wan têrê nekir serî hibeya dewletê da û ji bo projeya xwe ya milyonek û 150 hezarî ji Saziya Piştgiriya Pêşketina Çandinî û Çolterê ji sedî 60 hibe hilda.
Sarigul li ser 2 hezar mêtroqereyî li gor standardên Yekîtiya Ewropayê çêwlikek ava kir û 50 dewar xwedî kir.
Sarigulê ji nûçegihanê AAyê re behsa muteşebisiya xwe kir û got ew him mal û zarokên xwe dinêre û him jî heywanên xwe xwedî dike.
Rukiye Sarigulê got ewil mêrê wê nehîştiye ew serî hibeyê bide û wiha axivî: "Ji min re got tu nikarî bikî. Lê ez gelekî xebitîm û bi ser ketim. Dema wî dît ez bi ser ketim îja piştgirî da min. Karekî pir zehmet e lê ez bi ser ketim. Ez bermalî bûm, lê niha bûm xwediya çêwlikekê. Bi saya dewleta me ez bûm xwedî kar, piştgiriya wan nebûya min nikaribû ez çêwlikê ava bikim."
Sarigulê destnîşan kir malxwê malbatê mêr in lê divê jin jî ji mêrên xwe ra bibin alîkar û wiha got: "Gundî ji min ra dibêjin 'xanimaxa'. Mêrê min malxwê malê ye lê ez jî dixwazim bixebitim."
Rukiye Sarigulê diyar kir heywandarî karekî zor e û got lê ez bi kêfxweşî dikim.
Hikmet Guneşê Kordînatorê Bajêr yê TKDKyê destnîşan kir wê alîkariya xwe ya ji bo kesên projeyan çêdikin berdewam bikin.