GAZÎANTEP
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu û Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahîn, li konbajarê Nîzîpê li gel penaberên suriyeyî fitara xwe vekirin. Xwarina fitarê qelî, savar, şorbe, helaw û selete bû. Piştî xwarinê wezîran, guh da pirsgirêkên penaberên suriyeyî. Davutoglu, kêfa xwe ji zarokan re anî û bi destê xwe helav da zarokekî. Zarokekî surîyeyî jî wêneyê Davutoglu çêkiribû û ev wêne diyarî Davutoglu kir.
Davutoglu, di axaftina xwe ya li vir de wiha got: "Li gorî edata me di remezanê de fitara roja yekem bi malbatê re tê xwarin. Em jî îro li gel birayên xwe yên suriyeyî ne. Em ji hemû dinyayê re dibêjin ku heta bi heta em ê wek malbat bimînin."
Davutoglu, diyar kir ku rehmetê li wan kesan tîne ku li Suriyê li hember zilmê rabûne û di vê têkoşînê de şehît ketine û wiha pêda çû: "Silav li wan be, ez bangî wan dikim: Emanetê wan, emanetê me ye. Sêwiyên wan zarokên me ne, jinên wan xwişkên me ne. Axa Suriyê ku wan li paş xwe hişt weke axa Tirkiyê ezîz û azad e."
Davutoglu, bangî berxwedêrên suriyeyî kir û got ku dê tim piştgiriyê bidine wan.
"Xwe li vê derê xerîb hesab nekin. Hûn birayên vê derê yên esîl in û ev yek dê tim wisa be. Em ji rêzgirtina xwe, we wek mêvan bi nav dikin lê hûn xwediyên vê derê yên esîl in û bi vî awayî dê muamele li we bê kirin. Li hemû Tirkiyê bi taybetî jî li Gazîantepê hemû birayên we, bi çavê birayên esîl li we dinêrin. Em vê yekê dibêjin: Mala me mala we ye, xwarina me xwarina we ye, rûmeta me rûmeta we ye."
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahîn jî got: "Em birayê hev in, biratî berpirsyariyê dixwaze. Gelên Tirkiyê û Suriye ji heman dîrok û medeniyetê tên. Em îro li gel birayên xwe ne."