Ji ber jenosîda ku li Srebrenitsayê 17 sal berê hat kirin, pêr bi navê "Meşa Mirinê" meşek hat lidarxistin. Beşdarvan dê di rêya qurbaniyan re bimeşin. Wekî ku tê zanîn qurbanên jenosîdê, ji bo ku tevkujiyê xelas bibin di wê rêya daristanê re meşiyabûn.
Ji bo meşê ji Îspanya, DYE, Sûûdî Erebistan, Hirvatîstan, Almanya, Avustûrya û gelek bajarên Ewropayê însan hatin. Meş dê 3 rojan bidome û her roj dê 35 km rê bimeşin. Dema ku gihiştin goristana Potoçarî dê li wir di 11ê mehê de çalakiyek bê lidarxistin û meş dê biqede.
Meş didome
Meşê pêr dest pê kiribû û beşdarvanên di rêya qurbaniyan re xwe bigihînine bajarê Tuzlayê. Ev meşa wekî kevneşopeke bi navê "Meşa Mirinê" didome.
Li Srebrenitsaya ku li rojhilatê Bosna-Hersekê ye, di 11 tîrmeha 1995an de ji hêla yekîneyên artêşa Ratko Mladîç hat dagirkirin. Wê çaxê hin mirovên bê guneh ji bo ku ji jenosîdê birevin, di rêya daristanê re xwestin bigihêjin bajarê Tuzlayê. Ji ber vê jenosîdê, her sal wek kevneşopekê "Meşa Mirinê" tê lidarxistin. Meşa ku pêr dest pê kir dê sê rojan bidome.
Ji bilî Tirkiyê însanên ku ji Îspanya, DYE, Sûûdî Erebistan, Hirvatistan, Almanya, Avustûrya û gelek bajarên Ewropayê hatin nêzî 50 kmyî meşiyan.
Beşdarvanên ku duh ji Nezûkê dest pê kirin, di germahî û carinan jî di baranê de sirûd gotin, qet nesekinîn û meşiyan.
Beşdarvanên ku ji gelek deverên cuda yên cîhanê hatin û bûn yek ji bo ku careke din tiştekî wiha neqewime, di dawiya roja duyemîn de gihiştin kampa Mravînycîya li nêzî Konyevîç Polyeya ku li bakurrojhilatê Bosna-Hersekê ye.
Ji organîzatorên meşê Muhîdîn Omerovîç got ku meşa me bê pirsgirêk didome û em di dema xwe de gihiştin kampê.
Omerovîç da zanîn ku beşdarvan dê li kampê bêhna xwe vedin û got ku em ê jî der barê Srebrenitsayê de bi materyalên dîtbarî hin agahiyan bi wan re parve bikin.
Omerovîç got ku her çi zor û zehmetî hebin jî dîsa beşdarvanên me dev jê neqeran û em ê îro jî 27 kmyê mayî jî bimeşin û bigihêjine Potoçarî.