Önder Beyter
28 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
GAZÎANTEP
4 milyon kulîlkên rengîn ku bi destê Şaredariya Bajarê Mezin Gazîentabê hatin danîn, bajar xemilandin.
Bi hatina biharê ra Şaredariya Bajarê Mezin Gazîentabê û Serokatiya Daîreya Park Baxçe û Qadên Hêşîn dest bi xebatê kirin û li bajêr li park, baxçe û refujan kulîlk danîn. Di vê çarçoveyê da milyonek lale û 3 milyon jî nebatên xemlê hatin danîn ku bajar pê bû xemla rengan.
Xelkê bajêr Mustafa Annaç di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku vê axiriyê li bajêr xizmetên pir girîng tên kirin.
Annaç bal kişand, kulîlkên ku bi hatina biharê ra li nava bajêr hatin danîn, reng û rûyê bajêr xweş kirin û wiha dewam kir, "Gazîentab pê reng bi reng bû. Em destê zarokên xwe digirin û di nava van kulîlkên rengîn da ji xwe digerin. Ji ber van xizmetan ez spasiya şaredara me dikim."