Türkan Tosun
26 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
VAN
Gelek turîstên herêmî û biyanî diçin Girava Axtamarayê ya ku yek ji cihekî dîrokî û turîstîk a Wanê ye û li wir bêhna xwe didin.
Dêra Axtamarayê ya ku di navbera salên 915-921an de ji hêla Qralê Vaspurakanê Gagikê 1emîn va hatiye çêkirin bi hatina biharê va xweş û geştir bû.
Li der û dora dêrê darên behîvan kulîlk dan, kulîlkên reng rengî vebûn û girav bi seranser şîn bû.
Gelek turîstên herêmî û biyanî diçin giravê ku bigerin û Dêra Axtamarayê ziyaret dikin. Turîstên biyanî zêdetir ji Îranê tên.
Girav mehê mazûvaniya 10 hezar kesî dike, yên ku tên bêhna xwe didin û digerin wêne û dîmenan dikişînin.
Helîn Ozakbaş ji nûçegihanê AAyê re got ew sê sal e ji ber kar hatiye Wanê û dema ku bixwaze û derfetê bibîne, diçe giravê.
Ozakbaş got surişta li giravê nuwaze ye, hewa wê xweş e û bi hatina biharê ve kulîlk vebûne ku divê her kes bê vê derê bibîne.
Neda Sohrabiya ji Îranê hatiye jî got ev 3 sal in ew ji bo cejna Newrozê tê Wanê û kêfa wê zêde li Girava Axtamarayê re tê.
Nergiz Keremî jî got ew cara ewil e tê Wanê lê wek ku ew li welatê xwe ye rehet e û ewê careke din jî bê bajêr bigere.