İbrahim Atmaca
29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
VAN
Li Erdîşa navçeya Wanê masîgir bi salan e li ser Gola Wanê masiyan digrin û pê debara xwe dikin.
Necmî Çelebîerê 60 salî û Zafer Ekrekê 39 salî ku li navçeya Erdîşê dijîn, bi şefeqa sibê ra "Bismillah" dibêjin û bi tekneyên xwe diçin ser golê. Masîgir torên xwe yên ku di rojek beriyê da avêtine golê, digel hewaya sar û hemû zehmetiyan ji golê derdixin, masiyên ku digirin jî li qeraxê golê di bareqeyên ku ava kirine da difroşin. Masîgir masiyên xwe li navçeyê jî difroşin esnafan.
Çelebîer û Ekrek emrên xwe di Gola Wanê da bi girtina încî kefalê derbas kirine û bi salan e debara malbatên xwe ji masîgiriyê derdixin.
- "25 sal in ez masîgiriyê dikim"
Çelebîer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 25 sal in di Gola Wanê da masiyên încî kefalê digre. Çelebîer got ku ew serê sibê di saet 06.00î da radibe, motora tekneya xwe kontrol dike û diçe nava golê ku masiyan bigre û wiha dewam kir: "Debara min tenê ji vê derê tê. Malabata min ji 5 kesan pêk tê. Her çend têra me neke jî şikir ji Xwedê ra em îdare dikin. Îsal hewa zû germ bû. Masî di germê da dertên rûyê avê. Torên me jî yên binê avê ne. Ji ber vê em di demên dawîn da zêde masî nagrin."
Çelebîer diyar kir ku ew di rojên bager da carinan çendîn rojan dernayên û masiyan nagrin û wiha dewam kir: "Ji ber ku li herêma Erdîşê gol zêde kûr nîne, em bi gelemperî xwe didin aliyê Wanê. Em carinan 300 carinan jî 50 kîloyî ancax dikarin bigrin. Ev masiyên ku em digrin têra mesrefa me nake, lewra încî kefal erzan tê firotin. Em kîloya wî bi 2 lireyî difroşin. Em êdî nikarin pere qezenc bikin. Em ancax debara xwe dikin."
Çelebîer destnîşan kir ku heta meriv nekeve zor û zehmetiyê pere nayê qezenckirin.
- "Em bi pêlan ra têkoşînê didin û paşê perê nanê xwe derdixin"
Masîgir Zafer Ekrek jî got ku ew perê nanê xwe ji golê qezenc dikin. Ekrek diyar kir ku malbata wî ji 4 kesan pêk tê û ew bi masîgiriyê debara wan dike û wiha dewam kir:
"Zehmetiyên masîgiriyê hene. Em carina rastî bahozê tên. Dema ku li ser golê şîdeta pêlan zêde dibe, em mecbûr dimînin û xwe davêjin lîmana herî nêzîk, lê em digel hemû zehmetiyan vî karî dikin. Ancax têrê dike ku em nan bibin mala xwe. Jixwe tiştekî din ê ku em bikin jî tuneye. Kê bi rûniştinê perê nanê xwe qezenc dike. Em jî bi pêlan ra têkoşînê didin û paşê perê nanê xwe derdixin."
Serokê Komeleya Nêçîrvanan a Erdîşê Samî Demir jî bal kişand ku ji destpêka qedexeya girtina masiyan ra demeke kin ma û wiha dewam kir: "Ji bo ku koka încî kefalê neqele em bi zanetî di mijara girtina masiyan da agahiyê didin birayên xwe yên masîgir. Heke ku tu masîgirekî têgihiştî bî, tu ti wextî birçî namînî."