05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
VAN
Zozanên li Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê yên ku ji ber êrîşên terorê welatî nikaribûn herin bi operasyonan va hatin paqijkirin, welatî cardin diçin zozanan.
Piştî operasyonan qedexeya li ser zozanan jî rabû, welatî cardin konên xwe li zozanan datînin.
Midûrê Bajêr ê Xurek, Çandî û Heywandariyê yê Wanê Îbrahîm Gorentaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber ku qedexeya çûyîna zozanan rabû, gel diçe zozanan û ji bo ku heywandarî pêş bikeve xebatan dikin.
Gorentaş got rabûna qedexeyê wê tesîreke erênî li ser heywandariyê bike û wiha dewam kir: "Bi piştgiriya wezareta me emê bigihêjin asteke baş. Qalîteya penêrê bipincar ji curbecurbûna pincaran e. Ji ber vê çûyîna zozanan girîng e, him ji bo şîr û him jî ji bo penêrê bipincar."
Serokê Odeya Ziraetê ya Hîzana Bidlîsê Erkan Durmaz jî got baş bû ku qedeya çûyîna zozanan rabû û wiha axivî: "Di nav heywanên ku naçin zozanan de nexweşiyên wek şarbonê zêdetir belav dibû, heywan telef dibûn. Lê niha wê li zozanan baş biçêrin. Ji vir pê va înşallah li Mûşê û herêmê heywandarî wê pêşva here. Şîr, penêr û goşt ji bo herêma me wê bibe aboriyeke baş."
Serokê Odeya Ziraetê ya Yuksekovaya Hekariyê Adnan Onay jî got di nav Yuksekova û Zapê da 150-170 zozan hene û wiha dewam kir: "Li zozanên me 2 milyon tonî zêdetir pincar heye. Ev pincar û êm ji ber ku gel nediçû zozanan li wir hişk dibû. Lê niha wê wisa nebe, wê kêr bê."