Haydar Şahin
05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
AGRI
Recep Gundarê mamoste ku bi piştgiriya hevalên xwe va zewac teklîf kir di dawiya rojê da gihîşte mirazê xwe.
Recep Gundarê ji Tekirdaxê ku li Uxraka goma Mescida gundê Bazîdê mamostetiyê dike ji vir salek berê bi Elîf Ertoka ji Enqereyê ya ku li dibistana seretayî ya gundê Dolakliyê midûrtiyê dike ra nasiya xwe da hev.
Gundar xwest ku bi Ertokê ra bizewice, li ser vê fikirî ku zewacê teklîfî wê bike û bi hevalên xwe ra li ser vê mijarê xebitî.
Gundar faytona ku Şaredariya Bazîdê ji bo armancên tûrîstîk bi kar tîne kirê kir û fayton bi pifikên di şiklê qelb da xemiland.
Gundar paşê jî kafeyeke li Girê Aşiqan a li navçeyê jî xemiland. Gundar li pêşiya şaredariyê pêşwaziya Ertokê kir û bi faytonê bir Girê Aşiqan.
Ertok hê di tesîra faytrona bi pifik da bû ku li kafeyê konfetî teqiyan û Gundar zewac teklîfî wê kir.
Ertokê ji bo teklîfa Gundar got "erê"
Gundar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema Şaredariya Bazîdê fayton anî navçeyê wî jî biryar da ku bi faytonê zewacê teklîf bike.
Ertokê jî got Gundar bi faytonê zewac telîfî wê kir û şaş û metel ma û wiha axivî: "Dema em hatin pêşiya Şaredariya Bazîdê min fayton dît û şaş û metel mam. Ez li benda tiştekî wisa nebûm lêbelê gelekî bextewar bûm.