Önder Beyter
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
ŞIRNAK
Li parêzgeha Şirnexê piştî ku avahî û kargehên ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê bi Rêveberiya Avahiyên Giştî ya Serokwezîriyê (TOKÎ) dide çêkirin kuta bibin, konfora jiyana mexdûrên terorê dê zêde bibe.
Li navenda parêzgeha Şirnexê û li navçeyên wê Cizîr, Sîlopî û Îdilê xebatên vejandinê yên ku bi destê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, TOKÎ û herwiha dezgehên eleqedar tên kirin, bi bayê bezayê dewam dikin.
Li vê derê 6 hezar û 532 xanî ji bo xwediyan wan hatin teslîmkirin û herwiha çêkirin û lêkirina fîzîkî ya 10 hezar û 300 xanî û herwiha 700 kargehan jî gihîşt ji sedî 65an.
Di çêkirina van wargehan da standardên nûjen li ber çavan tên girtin û li van deran park, teziyexane, navendên danûstandinê tên çêkirin. Dîsa di van xaniyan da bingeha xaza siruştî jî tê çêkirin û li gorî nexşerêyê ev xanî û kargeh dê piştî 4 mehên din bên kutakirin û xwediyên wan dê bên û li xaniyên xwe rûnin.
Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di 2016 û 2017an da terorê zirareke mezin da navenda parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Sîlopî û Îdilê. Aktaş bal kişand ku seba jiholêrakirina van ziraran dewlet pir bilez tevgeriya û çavkaniyeke mezin terxan kir.
Aktaş bal kişand ku li tevahiya parêzgehê ji ber teqîna teqemeniyên ku rêxistina terorê PKKyê çal kiribûn, qedera 8 hezar xanî û kargeh rûxiyan û wiha dewam kir, "Ji van yên ku temîra wan pêkan bû, berdêla temîrê wekî pêşin jê dan 35 hezaran. Nêzîkî 14 hezar xanî û kargehên ku temîra wan ne mimkun bû jî hatin rûxandin."
Aktaş diyar kir ku ji van xaniyan jê îhaleya 10 hezar û 300 xaniyan hat kirin ku înşeata wan jî dewam dike. Aktaş bal kişand ku ji sedî 65ê înşeatan kuta bûn.
Aktaş got ku li Şirnexê li 9 xalan çêkirina 5 hezar û 731 xanî û 314 kargeh li ber kutabûnê ne û wiha dewam kir, "Piraniya avahiyan bi destê TOKÎyê tên çêkirin. Herwiha Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û Bankeya Parêzgehan jî jê hinekan dide çêkirin. Avahiyên me pir modern û nûjen, paqij tên çêkirin. Hinek ji van kuta bûn, welatiyên me kişiyane û tê da rûdinên. Yên mayîn jî ez wer bawer im ku dê heta 3-4 mehan kuta bibin."
Aktaş diyar ku ew ê dora meha mijdarê xaza siruştî bidin Şirnexê û ji ber vê qasê jî avahiyên ku nû hatin çêkirin, tê da binesaziya xaza siruştî jî heye.