Elif Orhan
25 Nîsan 2019•Rojanekirin: 26 Nîsan 2019
Beriya meha remezanê li Mizgeftên li Stenbolê mahya tên daliqandin.
Mahyayên ku Kahraman Yildiz û ekîba wî li atolyeya Midûriya Giştî ya Weqfan a li Taksîmê amade dikin bi mizgeftan li Stenbolê va tên daliqandin.

Hosteyê mahyayan Kahraman Yildiz û ekîba wî sibehê zû hatin Mizgefta Silêmaniyê.
Ji bo di nav du minareyan da bicîkirina mahyaya ku dê roja ewil a remezanê "Remezan hezkirin e" paşê dê li serê nivîsên cuda derkevin xebat hat kirin.

Hosteyê mahyayan Kahraman Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got mahyayên ku amade kiribûn li mizgeftên Stenbolê va daliqandin.
Yildiz qal kir ku Serokatiya Kar û Barên Diyanetê îsal mijara remezanê wekî "înfaq" diyar kir û seranserê mehê dê ev mijar di mahyayan da xuya bike û wiha axivî:

"Der barê vê mijarê da dê nivîs bên nivîsandin lê nivîsên me yên ewil her sal nivîsên klasîk in. Dê gotinên me yên wekî 'Tu Bi Xêr Hatî Siltanê 11 Mehan", "Rojiyê Bigire Sihetê Bibîne", çêbin lê dê di her mizgeftê da gotin cuda bin. Me duh li Eyup Siltanê dest bi daliqandina mahyayan kir. Em îro li Mizgefta Silêmaniyê ne. Em ê sibê li Mizgefta Nû ya Emînonuyê xebatên xwe bidomînin û li 6 mizgeftên li Stenbolê mahyayan daliqînin. Paşê em ê li Edirneyê li Mizgefta Selimiyeyê paşê jî li Bursayê li Mizgefta Mezin mayhayan daliqînin. Mahya hunereke gelekî kevnar e. Em jî vê kevneşopiyê didomînin."
Li Stenbolê mahya bê bi nimêja terawîhê ya ewil bên ronîkirin.