Li Stenbolê 6 navçeyan operasyon birin ser rêxistina terorê û di operasyonê de 7 kes hatin qefaltin.
Di operasyona ku bi destê tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Terorê ya Stenbolê hat kirin de, polêsan di gelek avahî û kargehan de lêgerîn kir.
Di lêgerînê de 2 demançeyên bêrûhset, 70 gule, demançeyeke qestîka, 107 fîşengên tifinga nêçîrê û melzemeyên dijîtal hatin girtin.
Der heqê bûyerê de 7 kes hatin binçavkirin.