Abdullah Tel
06 Gulan 2017•Rojanekirin: 08 Gulan 2017
KARS
Li Arpaçaya navçeya Qersê ew Gola Kuyucuka ku bi hatina biharê û germbûna hewayê reng û rûçikê wê guherî û ji bo çivîkan hêlîna demsalî ye, bi xweşî û rengîniya xwe bala gelek tûrîstên xwemalî û biyanî dikişîne.
Gola Kuyucukê ya 40 kîlometre ji navenda Qersê dûr û di nav sînorên Arpaçayê da cih digire di çarçoveya Peymana Ramsarê da qada 13mîn a Tirkiyeyê ye û divê bê parastin.
Bilindahiya golê ya ji 245 hektarî pêk tê û tevlî derdora xwe 416 hektar qada Ramsarê ye ji asta behrê hezar û 627 mêtre ye û li serê çivîkên wek suravêtk, reşbeş, werdeka avê, reşçêlek û qaza gewr jî di nav da 211 cure çivîk hene.
Midûrê Şaxa Qersê ya Karên Av û Daristanê Murat Doganay diyar kir ku Gola Kuyucukê ya li Rojhilatê Anadoluyê qada 13mîn a Ramsarê ya Tirkiyeyê ye û wiha pê da çû: "Gola me ji bo hezkirên ekotûrîzmê qadeke baş e û balê dikişîne. Car caran ji derveyê welêt milet tê vê derê û wêneyên çivîkan dikişînin. Him li bajarê me, him li bajarên derdorê û him jî ji deverên curbecur ên dinyayê qedr û qiymeta Gola Kuyucukê tê zanîn."
Doganay bangî hezkirên ekotûrzmê kir û got ku ev gol ji bo wan cihekî bêhempa ye.