Ali Öztürk
08 Sibat 2022•Rojanekirin: 10 Sibat 2022
Nursel Akkayaya 61 salî ya li Elbistana navçeya Qehremanmaraşê dijî li golika xwe ya 20 rojî ya çavên wê nabînin wekî zarokan xweyî dike.
Akkayaya li taxa Îxdeyê heywandariyê dike golika 20 rojî ya çavên wê nabînin ji bo xweyî bike ji tewleyê hilda bir mala xwe.
Akkayayê golik paqij kir li mala xwe jê ra cî amade kir û navê wê jî danî "Karaboncuk". Akkayayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî çêlek za li ser şikê gazî beytar kirin û beytar tesbît kir ku golik kor e.
Akkayayê got li ser vê ji bo xweyîkirinê golik ji tewleyê hilda û anî mala xwe, li malê wekî zarokan xweyî dike û wiha pê da çû:
"Çêlek beriya wextê xwe za me jî gazî beytar kir. Beytar kontrol kir û got golik nikare li tewleyê bimîne. Me jî biryar da ku li malê xweyî bikin. 20 roj e bi me ra li heman odeyê dimîne. Li ser çermê wê birîn hebûn, em derman tê didin. Piştî 61 salî dîsa bûn xwediyê zarekê. Ev jî bû ewlada min. Em bi bîberonê xweyî dikin. Min binê golikê bi pîneyê nexweşan girê da. Min navê wê jî danî Karaboncuk. Çavên wê nabînin. Em wekî zarokan xweyî dikin û jê hez dikin."