Haydar Şahin
31 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2018
KAHRAMANMARAŞ
Li Hewzeya Komirê ya Kişlakoyê ya li Elbistana navçeya Qehremanmaraşê hêlan ket erdê, kesek mir.
Li qada saziyeke taybet a li Qada Komirê ya Kişlakoyê ya Midûriyeta Xebitandina Linyîtên Afşîn-Elbistanê dema ax derdixistin hêlan ket erdê û tep bû. Mustafa Arslanê forment di binê axê da ma.
Arslan bi alîkariya karkeran ji binê axê hat derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbistanê.
Arslan ligel hemû midaxeleyên li nexweşxaneyê mir.
Ji bo tevdîrê ekîbên Xilaskirinê yên Şaredariya Bajarê Mezin û yên AFADê sewqî dewsa bûyerê kirin.
Wekî mayîn di xebatên ekîban da hat dîtin ku kesek din di binê axê da nemaye.