16 meh berê çêlekekê li gundê Gecîkmeza navçeyê za û golikeke şeşpê anî.
Serokê Makezanista Cerahî ya Fekulteya Beytariyê ya Zanîngeha Kafkasê Prof. Dr. Burhan Ozba daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir heywanên bi vî rengî dibe ku ji genetîk, radyasyon û ji tiştên din wiha dibin.
Ozba destnîşan kir, golikên ku bi vî şiklî tên dinê, beriya ku mezin bibin şansê wan heye ku bên emeletkirin û wiha dewam kir: "Heke ev nogin piştî ku bû di nav 10 û 15 rojan de bihata emeletkirin, wê niha baş bûbûya, lê ji ber ku di navberê de 16 meh derbas bû, emeleta wê bi rîsk e. Nogin bi vî şiklî dikare bijî, lê ne minasib e bê ga û bizê. Lê ji bo bê serjêkirin tu pirgirêk tuneye."