Abdullah Tel
09 Sibat 2019•Rojanekirin: 10 Sibat 2019
ŞANLIURFA
Li Rihaya ku xwedîkirina pez zêde ye ji bo şivanekî alîkarê herî baş seyê bi navê "Gurêx û yan jî Gurxenêq" e. Lewra di pêşbaziyan da ew bi saya jêhatîbûn û gewdeyê xwe yê mezin balê dikşîne û di gelekan da jî yekemîntî bi dest xistiye.
Ji ber têkoşîna li hemberî gurên dikevin nav pez ew wek reqîbê seyê Kangal ê Sêwazê jî tê nîşandan.
Li Rihayê di nav keriyên pêz da heke seyekî Gurxenêq tunebe, kerî kêm e û her tim jî di nav talukeyê da tê hesibandin.

Seyê jê ra dibêjin gurêx ji bo keriyên pez alîkarên herî baş ên şivanan e û ew li hemberî gurên bikevin nav kerî texsîr nakin û heta gur nexeniqînin jî nasekirin.
Di salên dawîn da eleqeya li ser seyên Gurxenêq ên neyarên guran her diçe zêde dibe. Di serî da Sêwaz ev seyên hanê li Stenbol, Enqere û gelek bajarên din ên welêt beşdarî pêşbaziyan dibin û bi serfiraziyên bidestdixin va jî wek reqîbê sereke yê seyên Kangal tên nîşandan.
Seyên Gurxenêq di hêwirgehên taybet ên li navçeya Bozova û Karakupruyê hatine vekirin da tên xwedîkirin û bi hestiyên kelandî va tên xwedîkirin.

- "Gewdeyên wan mezin e û jêhatî ne"
Dekanê Fakulteya Beytariyê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Murat Sevgîlî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bajarê Rihayê ji hêla populasyona heywanan va bajarekî dewlemend e.
Sevgîlî bi bîr xist ku li bajêr heywanên wek xezal, sîsalka gurî, gumgumok û keftarê deqdeqî yên li siruştê kêm xuya dikin li bajêr hene û got ku seyê li herêmê jêra dibêjin "Gurxenêq" jî baş tê zanîn û wiha pê da çû: "Di xebatên qada zanistê da der barê van seyên hanên da zêde agahî tunene. Ev se li herêma Bozovayê zêde ne û wek seyê şivaniyê tên xwedîkirin. Gurxenêq li gor Kangal bi qewdeyê xwe mezin in û zêdetir li ber xwe didin. Bi taybetî jî li hemberî germahiya li herêmê zêde li ber xwe didin."
- Yunus Emre Kiliçê ku bi salane seyên Gurxenêq xwedî dike û niha 50 seyê wî hene diyar kir ku ji bo cisnê vî seyê hanê bîne bal hev gelekî hewl daye.
Kiliç destnîşan kir ku seyên Gurxenêq gelekî bi qiymet e û heba wî di navbera 10 hezar û 20 hezar lireyî da tê firotin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Kiliç got ku li Enqereyê 300 se û li Stenbolê jî 500 se beşdar di pêşbaziyekê bûn û seyê "Gurxenêq" bû yekemîn.
Kiliç got ku ji welatên Ewropayê eleqeyeke mezin nîşanî Gurxenêqan didin û cêwrik jî bi 3 hezar lireyî tên firotin.