Fatih Gazioğlu
08 Sibat 2019•Rojanekirin: 11 Sibat 2019
TUNCELÎ
Li Ovacika navçeya Tunceliyê ji ber barîna berfê li hin ciyan qalindahiya berfê ji 3 mêtroyê derbas bû.
Li navçeya Ovacikê barîna berfê li ser jiyana rojana tesîreke neyînî kir. Li navçeyê ji ber barîna berfê rêya gelek gund, tax û kuçeyan hat girtin.
Ekîbên Şaredariyê, Midûriyeta Rê û Xizmetên Veguhastinê ya Sekreteriya Giştî ya Rêveberiya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.
Ji welatiyan Comert Albayrak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêmê zivistan zor û zehmet derbas dibe.
Albayrak got berf îsal li ser jiyana wan ya rojane tesîreke neyînî dike û wiha axivî: "Em her roj mecbûr dimîmin berfê paqij bikin. Wesayîtên me di bin berfê de dimînin. Carna li navçeyê di şevekê da mêtroyek berf dibare. Lê barîna berfê ji bo herêmê bereket e. Bila bibare."