VAN
Namzedên hemşîreyan di çarçoveya peymana di navbera Zanîngeha Silêmanî û Zanîngeha Yuzuncu Yilê (ZYY) piştî stajeke 2 hefteyî sertifîkayên xwe girtin.
Rektorê ZYY Prof. Dr. Peyamî Battal got ku xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê daxwaza xwe ya stajkirinê gihandin me û me jî bi kêfxweşî qebûl kir.
Battal da zanîn ku piştî hevdîtinan biryar girtin ku bi awayekî du koman li Wanê perwerdeya staja hemşîretiyê bidin 80 xwendekaran. Battal diyar kir ku 40 xwendekaran perwerdeya xwe qedandin û mafê wergirtina sertifîqayên xwe bi dest xistin.
Rektor Battal di merasima ku li Navenda Dursun Odabaş ya Tibê ya ZYY ya Wanê hat lidarxistin de sertifîqayên xwendekaran da û spasiya bijîşk, hemşîre û xwendekaran kir û got ku dê piştî vê xwendekarên koma duyem bên Wanê û stajên xwe bikin.
Battal got ku bijîşkên ku li ZYYyê dixebitin, dikarin ku tecrûbeyên xwe bi bijîşkên Zanîngeha Silêmaniyê re parve bikin û ji bo vê yekê jî em amade ne.
Battal got ku "Bi taybetî nexweşên Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal ji bo tedawiyê dixwazin biçin welatên cur bi cur. Heke hewce bibe em dikarin van nexweşan qebûl bikin. Em dixwazin ku bi saya nexweşên ku ji Zanîngeha Silêmaniyeyê tên têkiliyên xwe xurt bikin. Ji bo nexweşên giran yên li wir, em dikarin ji vir bijîşkan bişînin."
Cihgîrê Dekanê Fakûlteya Hemşîretiyê ya Zanîngeha Silêmaniyê Doç. Dr. Muhemed Raşîd Amen jî ji bo ku derfeteke wisa dan wan spasiya Rektoriya ZYYê kir.
Aman got ku li zanîngehê bi dilgermî hatin pêşwazîkirin û got ku li vir gelekî tişt hîn bûn û em ê xebatên porojeyên ku hîndekar jî beşdar bûn, li dar bixin.
Peyre sertifîqaya 40 xwendekarî hat dayîn.